Medya Tirkiyê: Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî diçe Tirkiyê

Medya Tirkiyê: Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî diçe Tirkiyê

PeyamaKurd – Medya Tirkiyê ragihand ku wê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di nav çend rojên pêşiya me de dê seredana Tirkiyê bike. Duhî serokê MİT a Tirkiyê İbrahim Kalın seredana Herêma Kurdistanê kiribû û bi rayedarên Kurdistanê re civiyabû.

Piştî seredana Kalın ya Kurdistanê hat gotin ku Kalın serok Mesûd Barzanî dawetî Tirkiyê kiriyê û Barzanî bi erênî bersiva wî daye.

Serok Barzanî wê serdena Abdullah Öcalan bike an neke nayê zanîn lê berê berdevka DEM Partiyê Ayşegül Doğan ragihandibû ku Öcalan dixwaze bi serok Mesûd Barzanî re hevdîtin bike.

Ev nivîs 124 car hatiye xwendin.