Îdiayên danûstandinên veşartî di navbera Îsraîl û Rûsyayê de!

PeyamaKurd - Hat îdiakirin ku Îsraîl di dema agirbesta bi Îranê re de bi Rûsyayê re li ser Îran û Sûriyeyê danûstandinên veşartî kiriye.
Îsraîl ji bo çareseriyek dîplomatîk a li ser Îran û Sûriyeyê bi rayedarên payebilind ên Rûsyayê re têkilî datîne.
Li gorî nûçeya televîzyona dewletê ya Îsraîlê KAN, hatiye îdiakirin ku Îsraîlê bi qasî hefteyek piştî agirbesta bi Îranê re pêk hat, bi Rûsyayê re têkilî danî da ku li ser Îran û Sûriyeyê piştî pêşniyara Rûsyayê ya ji bo navbeynkariya di navbera her du welatan de nîqaş bike.
Di nûçeyan de derbarê naveroka danûstandinan de tu hûrgilî nehat parvekirin.