Hîkmet Çetîn serdana Demîrtaş, Îmamoglû û Altaylî kir

Hîkmet Çetîn serdana Demîrtaş, Îmamoglû û Altaylî kir

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê CHPê yê berê Hikmet Çetîn doh li Girtîgeha Marmara ya Sîlîvrî ya Stenbolê serdana Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, rojnamevan Fatîh Altaylî, plansazê bajêr Tayfun Kahraman û Alîkarê Şaredarê Beşîktaşê Alî Riza Yilmaz kir.

Çetîn çû Girtîgeha Edîrneyê û li wir Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyaebekirê yê berê Selçuk Mizrakli ziyaret kir.

Hihmet Çetîn li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê ziyaretan de nivîsek parve kir.

Daxuyaniya Hikmet Çetîn li ser medyaya civakî wiha ye:

“Min îro li Girtîgeha Sîlîvriyê serdana;

Birêz Ekrem İMAMOĞLU

Birêz Fatih ALTAYLI

Birêz Tayfun KAHRAMAN

Birêz Ali Rıza YILMAZ kir."

"Min îro serdana

Selahattîn DEMÎRTAŞ û

DR. Selçuk MIZRAKLI

li Edîrneyê... kir"

Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.