Serokê MÎTê ji bo tedbîrên ewlehiya sînoran serdana Colemêrgê kir

PeyamaKurd - Serokê Teşkilata Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MÎT) Îbrahîm Kalın, îro 3yê Tîrmehê ji bo hevdîtinan serdana herêma Colemêrg, Gever û Çelê kir.
Serokê MÎTê Kalın, bi Walîyê Colemêrgê Alî Çelîk, Fermandarê Artêşa Duyemîn Orgeneral Levent Ergun û rayedarên din ên leşkerî û sivîl re civiya.
Li gorî medyaya Tirkiyê, di hevdîtinan de, ewlehîya xeta sînorî ya Iraq, Îran û Sûriyeyê, tedbîrên hatine girtin, xalên bingehîn ên li van herêman, rewşa dawî û pêşketinên li herêmê bi berfirehî hatin gotûbêjkirin.
Ev nivîs 114 car hatiye xwendin.




