Trump: Ez ê îro bi Pûtîn re biaxivim

Trump: Ez ê îro bi Pûtîn re biaxivim

PeyamaKurd- Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ragihand ku ew ê îro bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re pêwendî bike.

Hûrgiliyên li ser cih û naveroka civînê nehatine eşkerekirin. Civîn di demekê de pêk tê ku têkiliyên di navbera her du welatan de ji nêz ve tên şopandin.

Berdevkê Koşka Kremlîn a Rûsyayê Dmitriy Peskov, derbarê pêwendiya telefonê ya di navbera Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokê Amerîkayê Donald Trump de, ragihand ku ti daxuyanî ji Kremlînê nayê dayîn.

Peskov destnîşan kir ku heke hevdîtineke bi vî rengî pêk were, dê hûrgulî piştî hevdîtinê werin eşkere kirin, lê agahiya dem û dîroka wê nayê dayîn.

Pûtîn û Trump di 12ê Sibatê û 18ê Adarê de jî axaftinên telefonê pêk anîbûn.

Ev nivîs 111 car hatiye xwendin.