Mesrûr Barzanî bi nûnerê NY re statuya Herêma Kurdistanê û mafên destûrî gotûbêj kir

Mesrûr Barzanî bi nûnerê NY re statuya Herêma Kurdistanê û mafên destûrî gotûbêj kir

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 3yê Tîrmehê pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Iraqê (UNAMI) Mihemed Hesan kir.

Hate ragihandin ku di civînê de, li ser mijarên girêdayî Iraq û herêmê gotûbêj hate kirin û herwiha tekezî li ser rêzgirtina li sîstema federalî ya Iraqê, qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û mafên darayî yên xelkê Kurdistanê kirin.

Di civînê de, geşedanîn dawî û pêşketinên rewşa giştî ya Iraq û herêmê hate kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, mijara sereke ya civînê girêdayî rêzgirtina li sîstema federalî ya Iraqê, qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û mafên darayî yên xelkê Kurdistanê bû. Di vî warî de, tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de li ser bingeha destûrê hat kirin.

Di beşeke din a civînê de, li ser girîngiya parastina ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê hate rawestîn.

Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.