Di êrîşa Ukraynayê de fermandarekî pilebilind ê Rûsyayê hate kuştin

Di êrîşa Ukraynayê de fermandarekî pilebilind ê Rûsyayê hate kuştin

PeyamaKurd- Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku di êrîşa Ukraynayê ya li ser herêma Kurskê de, Cîgirê Serokê Giştî yê Hêzên Deryayî yên Rûsyayê, Fermandarê Giştî Mikhail Gudkov, hatiye kuştin.

Ukraynayê êrîşeke li ser baregeheke li bajaroka Korenevo ya herêma Kurskê ya Rûsyayê pêk anî. Di vê êrîşê de Cîgirê Serokê Giştî yê Hêzên Deryayî yên Rûsyayê, Fermandarê Giştî Mikhail Gudkov, ligel 10 leşkerên din ên Rûs jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat gotin, "Qehremanê Rûsyayê, Fermandarê Giştî Gudkov, di dema erka şer de li ser sînorê herêma Kurskê jiyana xwe ji dest da."

Walîyê Primorskiy Krayê, Oleg Kozhemyako, jî di daxuyaniyekê de got ku Gudkov, ligel hevalê xwe yê nêzîk, efserekî bi navê Nariman Shikhaliyev, hatine kuştin.

Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.