Di vemirandina agirê deristanê de karkerekî daristanê can da

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê İzmirê li navça Çeşme û Ödemişê agirê bi daristanan ketiye dewam dike lê wezîrê çandiniyê û Daristanê İbrahim Yumaklı xeberekî nexweş da û got:
“Karkerê me yê daristanê İbrahim Demir, li bajarê İzmirê li navça Ödemişê ji bo parastina daristanê têdikoşiya û mixabin can da.”
Li bajarên Egeyê heya niha di, gelek daristanan de şewat heye û bi sedema bayê û zahmetiya ciyê daristanan ku piraniya wan li çiyane, gelek zehmete ku agir vemirînin.
Li Ödemişê li taxa Tosunlarê do seet di 21.05an de agir bi bandora bayê temamê deverê daye ber xwe û ji ber agir taxên Tosunlar, Suçıktı, Köseler û Üzümlü hatin tehliyekirin.
Tevî tîmên vemirandina agir xebata xwe bê ku navber bixinê dewam dikin jî agir heya niha nehatiye vemirandin.
Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.




