Li Idlibê tankêra petrolê teqiya: 7 kes mirin

Li Idlibê tankêra petrolê teqiya: 7 kes mirin

PeyamaKurd – Li Sûriyê li bajarê Idlibê li gundê Cibrînê di encama teqîna tankêra petrolê de 7 kes mirin û gelek kes birîndar bûn. Ragihandin ji aliyê ajansa SANA de hat kirin.

Perçên tankêrê gelek zerarê dan avahiyên der û dorê û ji bo kesan ji bin enqazan derxin tîman şandine ciyê bûyerê û xebatên rizgarkirinê dewam dikin.

Çavkaniya nexweşxana dewletê ya Hamayê ji bo ajansa SANAyê ragihandiye k udi bûyerê de 7 kes mirine û din av birîndaran de gelek kesên rewşgiran hene.

Televîzyona dewletê ya Sûriyê ragihand ku bi sedema germa zêde tanker teqiyaye.

Ev nivîs 116 car hatiye xwendin.