Rubio bi hevkarê xwe yê Siûdî re civiya

Rubio bi hevkarê xwe yê Siûdî re civiya

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di pêwendiyeke telefonî de bi Wezîrê Derve yê Siûdî Feysel bin Ferhan re li ser pêşketinên herêmî, tevî rewşa niha ya li Xezzeyê û Îranê, axivî.

Li gorî daxuyaniyek li ser malpera Wezareta Derve ya Amerîkayê, Rubio û Bin Ferhan bi telefonê axivîn.

Talîyan li ser rewşa li Xezzeyê, Sûriye, Îran û Sûdanê û herwiha pêşketinên herêmî axivîn.

Di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê medyaya civakî ya X a Wezareta Derve ya Siûdî hatiye kirin, hat gotin ku alîyan rêbazên xurtkirina hevkariya xwe ya stratejîk nirxandine.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her du wezîran "pêşketinên herî dawî yên herêmî û navneteweyî jî nîqaş kirine."

Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.