Balyozê Awistiryayê: Em rola Nêçîrvan Barzanî ya di siyaseta herêmî de teqdîr dikin

PeyamaKurd – Balyoza Awistiryayê yê li Iraqê Andrea Nasi spasiya rola bilind a Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir ji ber di siyaseta herêmî de û têkiliyên wî yên xurt bi Serokwezîr Sûdanî re.
Balyozê Awistiryayê yê li Iraqê Andrea Nasi di hevpeyvînekê de ya bi Rûdawê re ragihand ku têkiliyên aborî û siyasî yên di navbera Awistirya û Iraqê de, bi taybetî Herêma Kurdistanê, di qonaxeke bihêz de ne.
Wî tekez kir ku qebareya bazirganiyê di sala 2024an de li gorî sala borî ji sedî 20 zêde bûye û gihîştiye 123.5 milyon euroyî.
Nasi diyar kir ku hinardekirina Awistiryayê bo Iraqê bi giranî şîr û berhemên şîr (18.5 milyon euro), amûrên bijîşkî (17.2 milyon euro), makîneyên mekanîkî (16.9 milyon euro) û pola û hesin (13.9 milyon euro) pêk tîne. Wî got,
"Piraniya têkiliyên bazirganiyê bi Herêma Kurdistanê re ne, ku niha 9 şîrketên Awistiryayî li wir nûnerên xwe hene."
Balyoz pesnê rola Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya di xurtkirina diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê de veda û got, "Em kesayetiya wî ya siyasî û têkiliyên wî yên bihêz bi Serokwezîr Sûdanî re teqdîr dikin, ku bandoreke erênî li siyaseta Iraqê û herêmê dike."
Nasi anî ziman ku Awistirya dixwaze hevkariyê di warên ewlehî, koçberî, enerjiyê û pêşkeftina aborî de kûr bike. Wî got,
"Em ê şîrketên Awistiryayî teşwîq bikin ku li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin, bi taybetî di teknolojiya hawirdorparêz, binesaziya ragihandinê û alavên agirkujiyê de, da ku beşdarî ajandaya pêşkeftinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibin."
Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.





