Serok Barzanî pêşwaziya rêveberê UNAMIyê kir

Serok Barzanî pêşwaziya rêveberê UNAMIyê kir

PeyamaKurd – Îro, Pêncşemê, 3yê Tîrmeha 2025an, li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Dr. Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Serokê Nûneratiya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Alîkariya Iraqê (UNAMI) Dr. Mihemed el-Hesen kir.

Di hevdîtinê de, pêşhat û guherînên li herêmê û bandora wan li ser aramiya herêmî hatin nîqaşkirin.

Herwiha, têkiliyên Hewlêr-Bexdayê û diyaloga di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de ji bo dîtina çareseriyan hate gotûbêjkirin.

Kar û çalakiyên UNAMIyê li Iraq û Herêma Kurdistanê jî yek ji mijarên sereke yên hevdîtinê bû.

karên Neteweyên Yekbûyî

 

 

Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.