Li navça Qoserê du teref pevçûn: 2 kes birîndar bûn

Li navça Qoserê du teref pevçûn: 2 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Qoserê (Kızıltepe) li gundê Mezraî Qantarê (Eşme) di navbera du terefan de pevçûn derket. Di pevçûnê de 2 kes birîndar bûn.

Sedema pevçûnê nehat zanîn lê di pevçûnê de 2 kesên bi navên Hasan A. (51) û Hüseyin A. (46) bi demançê birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê û cendirmeyan birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê. Lêpirsîna bûyerê û kesên terefê din kîne, cendirme li ser wan dixebitin da wan desteser bikin.

Ev nivîs 125 car hatiye xwendin.