NY: Nêzî 400 sivîlan ji ber paşmayên şer can dan, 500 jî birîndar bûn

PeyamaKurd- Ji destpêka salê ve nêzîkî 400 sivîlan li Sûriyê di encama teqîna paşmayên şer de li Sûriyê, jiyana xwe ji dest dan ku rêjeyeke mezin ji wan zarok in.
Ofîsa Netewên Yekbûyî ya Hemahengiya Karûbarên Mirovî OCHA, di rapora xwe ya dawî de ragihand, ji Çileya borî heta dawiya Hezîranê, 390 sivîl li Sûriyê di teqîna paşmayên şer de can dane.x
OCHAyê da zanîn, di nava wê hejmarê de zêdetirî 100 zarokan hene û ji destpêka salê ve jî, bêhtirî 500 sivîlan di teqîna paşmayên şer de birîndar bûne.
Di dawiya meha Gulanê de, Nûnerê Taybet ê Almanya bo Sûriyê Stefan Schneck da zanîn ku paşmayên şer li Sûriyê bûne sedema candana gelek kesan.
Stefan Schneck got ku hejmara qurbaniyên teqîna paşmayên şer li Sûriyê di sala 2025an de cihê dilgiraniyê ye û divê mayîn bi awayekî bilez werin rakirin ji bo parastina sivîlan û hikûmeta Alman pabend e ji bo piştevaniya vê dozê.
Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.




