Li bajarê Bayburtê balafirekî biçûk ket: her 2 kesên tê de wendane

PeyamaKurd – Li ser sînorê bajarê Bayburt-Erzeromê li navça Pazaryolu li devera Ballıkaya, balafira tîpa M20 ku Mehmet Demirci dajot û derketibû geşta dinyayê, ket. Di balafirê de hevjîna Metmet Demirci jî heye û tîmên rizgarkirinê dixebitin da xwe bigihînin her 2 kesan.
Ciyê ku balafir lê ketiye îşareta telefonê tê sitendin û li ser îşaretê ber bi îşaretê de tîmên AFAD, tenduristiyê rizgarkirinê hatin şandin.
Li aliyê dinê tê gotin ku balafir li çiya ketiye û ketiye jêr lê agahiya esasî heya niha nehatiye sitendin.
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.




