Ehmed Şera fermana avakirina komîteya qerebûkirinê da

Ehmed Şera fermana avakirina komîteya qerebûkirinê da

PeyamaKurd- Serokê Sûriyê yê Qonaxa Veguhêz Ehmed Şera, Wezareta Dadê ya hikûmetê raspard ku komîta wergirtina giliyên welatiyên mal û milkên wan hatine desteserkirin cardin ava bike.

Li gorî fermana Şera, komîta dadwerî ya ku sala 2011an hatibû avakirin û bi rejîma Esed re hilweşiya, careke din tê avakirin ji bo wergirtina giliyên welatiyên ku mal û milkên wan hatine desteserkirin. Ev yek ji dema ragihandina rewşa awarte li Sûriyê ya sala 1962yan ve pêk nehatiye.

Li ser fermanê Wezareta Dadê komîteyeke ji 5 kesan pêk tê û bi serokatiya Mihmed Ebdilah Hac Hisên destnîşan kir û wê dest bi karê xwe bike.

Wezareta Dadê da zanîn ku komîte dê kar bike ji bo qerebûkirina welatiyan û bicihanîna dadweriyê.

Ev nivîs 152 car hatiye xwendin.