Azerbeycan bang kir ku balyozê Rûsyayê da here wezareta karên derve ya Azerbeycanê

Azerbeycan bang kir ku balyozê Rûsyayê da here wezareta karên derve ya Azerbeycanê

PeyamaKurd – Li ser avêtina ser hinek ciyên li bajarê Rûsyayê yê bi navê Yekaterinburgê ku tê de 2 hemwelatiyên Azerbeycanê can dabûn, wezareta karên derve ya Azerbeycanê bangî balyozê Rûsyayê yê Bakuyê Mihail Yevdokimov kir.

Ragihandin ji aliyê wezareta karên derve ya Azerbeycanê de hat kirin. Cîgirê wezîrê karên derve yê Azerbyecanê Araz Azimov û Yevdokimov hevdîtin kirin û ji bo terefê Rûsyayê gotiye ku kiryarên nedostane û yên zerarê didin têkiliyên navbera her dû dewletan divê nebin.

Li bajarê Yekaterinburgê hêzên asayîşa Rûsyayê di 27ê Hezîranê de avêtibûn ser malên Azeriyan û 2 Azeriyên bira yên bi navên Ziyeddin û Huseyn Seferov jiyana xwe ji dest dabûn û gelek Azerî birîndar bûbûn û li ser mijarê Azerbeycanê nerazîbûna xwe dubare kir.

Azerbeycanê ragihand ku derbên li ser bedena her dû biryaran û rapora tiba edlî ya Rûsyayê, di navbera wan de gelek ferq heye rapor rastiyê nîşan nade.

Ev nivîs 133 car hatiye xwendin.