Îran: Em dest ji meyandina Uranyûmê bernadin

Îran: Em dest ji meyandina Uranyûmê bernadin

PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand, hikûmeta Îranê dê bernameyên xwe yên ji bo pîtandina uranyumê ranewestîne, lê tekez kir ku ti niyeta wan a çêkirina çeka atomî nîne. Araqçî got, "Em dizanin ku armanca Amerîka û Îsraîlê rawestandina bernameya atomî ya Îranê ye."

Wezîrê Derve yê Îranê îro 2yê Tîrmehê ji CBSê re ragihand: "Zanyarên me ji bo meyandina uranyumê ked û zehmetiyeke mezin kişandine. Hikûmet û gelê Îranê jî zêdetirî 20 salan li hemberî ambargoyên aborî li ber xwe dan. Niha jî em di vê oxirê de têdikoşin; şerê giran ê 12 rojan jî bi ewqas qurbanî û wêrankariyê, me her ji bo vê yekê kir. Mijara meyandina uranyumê, şanazî û serbilindiya gelê me ye û bêguman em ê dest jê bernedin."

Derbarê ziyanên ku gihîştine tesîsa atomî ya Fordoyê de, Eraqçî got: "Ti kes, zanyarî û agahiyên durist û rast li cem nîne û nayê zanîn ka li Fordoyê çi qewimiye. Lê ez tenê ewqas dizanim ku ziyaneke pir mezin û cidî gihîştiyê."

Wezîrê Derve yê Îranê herwiha got: "Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê bi lêkolîn û nirxandina ziyanên li binkeya Fordoyê ve mijûl e û dê paşê rapora xwe di vê derbarê de pêşkêşî hikûmetê bike."

Hêjayî gotinê ye, berbanga roja Yekşemê, 22ê Hezîrana 2025an, Amerîkayê bi balafirên cureyê B-2 êrîşeke esmanî pêk û her sê tesîsên atomî yên Fordo, Natanz û Îsfehanê hatin bombebaran kirin.

Ev nivîs 120 car hatiye xwendin.