Mustafa Karasu: Di nav dewletê de hinek qisim dixwazin pêvajoyê xerab bikin

Mustafa Karasu: Di nav dewletê de hinek qisim dixwazin pêvajoyê xerab bikin

PeyamaKurd – Endamê rêvebiriya KCKê Mustafa ragihand ku di nav dewletê de hinek qisim hene ku dixwazin pêvajoyê xerab bikin û behsa êrîşên ser gerîllayan kir û got:

“Wê mirovên wê derê xwe biparêzin. Tu diçî da wan bikujî. Tu gaza kîmyewî davêjî ser wan û çekên qedexekirî bikartînî. Ev rewşekî xerabe. Em şiroveya vêya dikin. Di nav dewletê de hinek qisim hene ku dixwazin pêvajoyê xerab bikin. Vateya vêya ev e. Tu çima êrîşê ser mirovan dikî? Ti tevgerekî, hewlekî û planekî tine. Van tiştan di nav civakê de endîşeyan çêdikin. Di nav dewletê de hinek qisim dixwazin pêvajoyê têkbinin.”

Mustafa Karasu, ragihandina xwe di ser Medya Haber Tv de kir, tevî bernama taybet bû û li ser mijarê raveyan kir.

Li ser gotinên ku Karasu tevî kongra 12em nebûye got ku bi sedema hinek xebatan tevlî kongrê nebûye û di derbarê hevdîtinên bi Abdullah Öcalan de got:

“Hinek hevalên me çûn İmrailiyê lê ew têr nakin. 26 sale tecrîd dewam dike. Hêjî parêzer an malbat dema bixwazin nikarin herin seredana wî. Apo li ser banga Devlet Bahçeli ya di 1ê Cotmehê de desthilatê girt.

Pirsgirêka Kurd pirsgirêkekî bingehîn ya Tirkiyê ye. Gelek pirsgirêk ên bingehîn hene. Dewlet xwe kiriye muhatabê mijarê. Serok Apo nikare bi siyasiyan re hevdîtin bike… pêvajo baş nameşe û ev weha nabe.”

Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.