Polonya û Koreya Başûr peymana tankan îmze kirin

Polonya û Koreya Başûr peymana tankan îmze kirin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Polonya wê tankên K2 ji Koreya Başûr bi 6 milyar dolarî bikire. Daxuyanî ji Rêveberiya Bernameyên Kirîna Parastinê ya Koreya Başûr (DAPA) hat.

Koreya Başûr ragihand ku ji bo hinardekirina tankên K2 yên bi qasî 6 milyar dolarî bi Polonyayê re peymanek hatiye çêkirin.

Li gorî daxuyaniyek ji aliyê Rêveberiya Bernameyên Kirîna Parastinê ya Koreya Başûr (DAPA) ve, danûstandinên derbarê peymanê de di navbera Wezîrê Parastinê yê Polonyayê Wladyslaw Kosiniak-Kamysz û Hyundai Rotem, şîrketa ku tankên K2 çêdike, qediyan.

Li gorî peymanê, Koreya Başûr wê 180 tankên şer ên sereke yên K2 yên bi bihayê 6 milyar dolarî ji bo Polonyayê hinarde bike.

Peymana di navbera Koreya Başûr û Polonyayê de wekî gavek girîng di hewldanên modernîzasyona leşkerî ya Varşovayê de tê hesibandin, ku ji ber şerê Rûsya-Ukraynayê hewl dide kapasîteya xwe ya parastinê zêde bike.

Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.