Erdogan îro serdana Azerbaycanê kir

Erdogan îro serdana Azerbaycanê kir

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo beşdarbûna Lûtkeya 17emîn a Rêxistina Hevkariya Aborî çû bajarê Xankendî yê Azerbaycanê.

Erdogan li Mêvanxaneya Dewletê ya Balafirgeha Ataturk ji aliyê Waliyê Stenbolê Davut Gul û Serokê Parêzgeha Stenbolê ya AK Partiyê Abdullah Ozdemir ve hat birêkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fidan, Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahinur Ozdemir Goktaş, Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê Abdulkadir Uraloğlu, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat, Serokê Meclîsa Pîran a Rêxistina Dewletên Tirkî (TDT) Binali Yildirim, Cîgirê Serokê AK Partiyê û Berpirsê Têkiliyên bi Dewletên Tirkî re Kurşad Zorlu, Cîgirê Serokê AK Partiyê Halit Yerebakan, Cîgira Serokê AK Partiyê Sevilay Tuncer û Rêveberê Ragihandinê yê Serokkomariyê Fahrettin Altun û Şêwirmendê Sereke yê Serokkomar ji bo Siyaseta Derve û Ewlehiyê Akif Çagatay Kılıç jî çûn Xankendî.

Tê payîn ku Erdogan di çarçoveya serdanê de li civîna lûtkeyê ya ku wê ji hêla Azerbaycanê ve were lidarxistin, bi mijara "Vîzyona Nû ya Rêxistina Hevkariya Aborî ji bo Pêşerojek Domdar û Berxwedêrê Avhewayê" axaftinekê bike.

Ev nivîs 59 car hatiye xwendin.