HSD: Hêzên me mayîna DAIŞê bê bandor kir

HSD: Hêzên me mayîna DAIŞê bê bandor kir

PeyamaKurd- Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên li bajarokê Besîra yê li rojhilatê Dêrazorê mayineke şaneyên DAIŞê bê bandor kir.

HSDê derbarê mijarê de ev daxuyanî da: “Tîma rakirina mayînan a girêdayî hêzên me roja pêncşemê mayineke şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞê bê bandor kir ku li ser rêya gundê Tekîhî yê bajarokê Bisêra yê li rojhilatê Dêrazorê bi cih kiribû.

Rêxistina terorîst hewl dide bi hemû rêbazên xwe ewlehiya şêniyan têk bibe û jiyana wan bixe metirsiyê. Hêzên me dê têkoşîna li dijî bermahiyên şaneya newêrek bidomîne ta wan ji kokê de biqedîne."

Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.