Wezareta Derve ya Tirk li ser bûyerên Pirdeya Kerkûkê daxuyanî da

Wezareta Derve ya Tirk li ser bûyerên Pirdeya Kerkûkê daxuyanî da

PeyamaKurd – Grûpên Tirkmenî yên bi pêşengiya Eniya Tirkmenî ya Iraqê (ITF) li navçeya Pirde (Altınköprü) ya Kerkûkê xwepêşandanek protestoyî li dar xist û di saetên sibehê de careke din rêya sereke ya Hewlêr-Kerkûkê girtin, da ku daxwazên xwe yên derbarê belavkirina erkên îdarî de bînin ziman.

Di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de demeke kurt alozî çêbû. Piştî xwepêşandanê, rê ji bo trafîkê hate vekirin.

Piştî xwepêşandanan, rayedaran biryar da ku komîsyoneke taybet ava bikin da ku daxwazên Tirkmenan lêkolîn bikin.

Ji 17 postên îdarî yên fermî yên navçeya Pirdeyê, 12 ji bo Tirkmenan in. Tirkmen her wiha daxwaz dikin ku posta parêzgariya navçeyê ji bo Tirkmenan be. Rêveberiya Parêzgeha Kerkûkê vê daxwazê red dike.

"Welatê me geşedanên li Kerkûkê bi baldarî û hesasiyet dişopîne"

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Oncu Keçeli derbarê geşedanên li Pirdeyê de daxuyaniyek da.

Keçeli di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de ev tişt got:

"Hêviya me ya bingehîn ew e ku hevwelatiyên me yên Tirkmen di nav pêkhateya siyasî û dewleta Iraqê de bi awayekî guncaw werin temsîlkirin."

Ev mijar bi taybetî di çarçoveya tayînkirin û erkên ku di hemû saziyên giştî de, bi taybetî li Kerkûkê, Encumena Parêzgehê werin kirin, girîng e.

Wî di berdewamê de diyar kir,

"Tayînkirina rêveberekî ne-Tirkmen bo Şaredariya Altunkopru ya Kerkukê, ku nifûsa Tirkmenan lê zêde ye, bi mafdarî di nav civaka Tirkmenan de nerehetî û dilşikestin çêkiriye."

Her wiha anî zimên ku "Aştî û aramiya Kerkûkê, ku bi pirrengiya xwe ya etnîkî û olî modelek piçûk a Iraqê ye, ji bo aştî û aramiya hemû Iraqê girîng e."

Di dawiyê de got:

"Di vê çarçoveyê de, pêşketinên li Kerkukê ji aliyê welatê me ve bi baldarî û hesasiyet tê şopandin.”

Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.