Zelensky: Min û Trump pêwendiyeke gelekî girîng û berhemdar pêkanî

Zelensky: Min û Trump pêwendiyeke gelekî girîng û berhemdar pêkanî

PeyamaKurd- Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy eşkere kir, wî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re pêwendiyeke telefonî ya gelekî girîng û berhemdar pêk aniye.

Zelenskyy li ser hesabê xwe yê Xê got, wî di pêwendiyê de Roja Serxwebûna Amerîkayê pîroz kiriye û "pêwendiyeke gelekî girîng û berhemdar" encam daye.

Serokê Ukraynayê spasiya piştgiriya Amerîkayê kir û got: “Me bi Amerîkayê re gelek tişt bi dest xistine. Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo rawestandina kuştinan û pêkanîna aştiyeke dadperwer, mayînde û bi rûmet. Ji bo aştiyê pêwîstî bi rêkeftineke meqûl heye.”

Zelenskyy diyar kir, wî derbarê geşedanên li eniyên şer û êrîşên asmanî yên berdewam ên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê zanyarî dane Trump û wiha pê de çû: "Em li ser derfetên parastina asmanî axivîn û em li hev hatin ku em dê ji bo bihêzkirina parastina asmanê xwe bi hev re kar bikin.”

Zelenskyy anî ziman ku wan bi hûrgilî li ser zêdekirina derfetên pîşesaziya parastinê ya di navbera her du welatan de û berhemanîna hevbeş gotûbêj kiriye û got, Ukrayna amade ye di van mijaran de rasterast bi Amerîkayê re projeyan pêk bîne.

Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.