Li California şewata daristanê 52 hezar donim kir weka terafê

Li California şewata daristanê 52 hezar donim kir weka terafê

PeyamaKurd – Li DYAyê li eyaleta California li devera  San Luis Obispo agirê ku bi daristanê ketibû, sehayekî bi 52 hezar û 592 donimî da ber xwe û gelek avahiyên jîngehê xist bin talûkê. Seha bi temamî bû weka terafê.

Agirê daristanê di 2yê Temmûzê de destpêkir û her diçe belav dibe. 50 avahî niha ketine bin tehdîda agir û beşekî ji rêya State Route 166 ya otoyan hat girtin.

Hêzên vemirandina agir bi 4 helîkopter, 41 alav û bi 600 xebatkar dixebite da agir vemirîne

Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.