‘Di şerê 12 rojan de qelsiya stratejîk a Îranê eşkere bû’

PeyamaKurd- Karvedanên li ser şerê Îsraîl-Îranê yê 13ê Hezîranê dest pê kir û 24ê mehê bi agirbestê bidawî bû berdewam dike.
Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser encamên stratejîk ên kûr ên şerê 12 rojan ê di navbera Îran û Îsraîlê de û ev şer wekî xalek werçerxekê di doktrînên ewlehiyê yên her du aliyan de şîrove kir.
Hatiye diyarkirin ku tiştê qewimî "ne hêsan bû" û bandorên wê "hîn jî eşkere ne û wê berdewam bikin" ku ji bo têgihîştina pîvanên wê, pêdivî bi lêvegerekê heye.
Di nûçeyê de hatiye gotin, "Piştî ku Îsraîlê li wekîlan xist êrîşî hundirê Îranê kir. Tevî hedefgirtina reaktora Fordowê û kuştina rêberên leşkerî û zanyarên atomî yên asta bilind û windahiyên din ên di nav Îranê de, vî şerî qelsiya Îranê ya stratejîk eşkere kir."
Ev nivîs 105 car hatiye xwendin.





