HSD: 37 ciwanên Dêrazorê yên çek rakiribûn vegeriyan...

HSD: 37 ciwanên Dêrazorê yên çek rakiribûn vegeriyan...

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hejmareke ciwanên Dêrazorê bersiv dan banga Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya 25ê Îlonê ku xwestibû kesên beşdarî aloziya li hember hêzên leşkerî bûne, vegerin herêma xwe.

HSDê 27ê Tebaxê li bejahiya Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞê, tawanbar û bazirganên narkotîkê operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” dabû destpêkirin û dema wê operasyonê hin fermanderên leşkerî yên tiliya wan ti tawanan de hebû hatibûn girtin. Li ser girtinan jî alozî derketibû û di pevçûnê navbera hêzên HSDê û wan komên di nav HSDê de bi dehan kesan can dabû.

HSDê, 25ê Îlonê jî bi daxuyaniyekê bang “li tevahî çekdarên çûne herêmên serweriya rejîmê û yên destê wan di bûyerên dawîn ên li Dêrazorê de hene” kiribû ku bi hêzên wan re bikevin pêwendiyê, rewşên xwe çareser bikin û vegerin herêmê.

HSDê ragihand ku li ser vê bangê 37 ciwanên bajarokê Cidîd El Begara yê rojhilatê Dêrazorê vegeriyan û hatiye gotin ku wan soz daye helwestên xwe yên berê dubare nekin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin