PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, ku wan operasyonên li dij DAIŞê ku beriya du heftiya bi hêceta bombebarana Tirkiyê ya li Rojhilatê Firatê, dabûn sekinandin, careke din dest pê kirin.
HSDê bi belav kirina daxuyaniyekê ragihand ku çekdarên DAIŞê bombebarana Tirkiyê wek fersend bikar anîn û rêzikek êrîş pêkanîn.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku: “Rêveberiya HSDê, sivikbûna krîzên li ser sînor, gurbûna dîplomasiyê, kêmkirina metirsiyê û bangewaziya gurkirina têkoşîna li dij DAIŞê ji aliyê hevkarên me û piştî mizakereyên li gel fermandeyê hevpeymana navnetewî dît, ku careke din hewcedarî bi destpêkirina operasyonan û li hember rêxistina terorê serfiraziya taliyê bidest xistin heye.”
HSDê beriya bi du hefteya li ser bombebarana Artêşa Tirkiyê li Rojhilatê Firatê, sekinandina operasyonên li dij DAIŞê ji Amerîkayê re gotibû. Di heman demê de hêzên hevpeymana navnetewî bombebarana li Dêrazorê dewam kiribû.
Ji aliyê din Wezareta Karên Derve ya Sûriyê, ji ber bombebarana hevpeymanê ku kesên sivîl hatibûn kuştin ji Neteweyên Yekbûyî xwest ku rêgiriyê li ber vê yekê bike. Li gor nûçeyên di medyaya Sûriyê de derketin hevpeymanê fosfora spî ku qedexeye emilandiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin