Hûsî êrîşê tesîsên petrolê yên Aramco ya Sa’ûdiyê kirin

Hûsî êrîşê tesîsên petrolê yên Aramco ya Sa’ûdiyê kirin

PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê bi fuze yên balîstîk û dronan êrîş kirine ser tesîsên petrolê yê Aramco ya Erebistana Saûdiyê. Hedef Riyad û li peravên Derya Sor li Yanbuyê tesîsên Aramco bûn e.

Erebistana Saûdiyê jî ragihand ku li bajarê Taîfê û Yanbuyê fuze û dronên ku Hûsî avêtine ser tesîsên wan, îmha kirine lê Hûsî dibêjin ku fuze û dronên wan gihane hedefên xwe.

Erebistan dibêje ku 6 fuzeyên Hûsyan xistine û dronekî Hûsiyan îmha kirine.