Hûsiyan Girava Perîmê ya Tengava Babûlmende kirin bin kontrola xwe

Hûsiyan Girava Perîmê ya Tengava Babûlmende kirin bin kontrola xwe

PeyamaKurd - Hûsiyên li Yemenê bi kontrolkirina Girava Miyun (Perîm) a stratejîk, serdestiya xwe ya li ser Tengava Babûlmendebê bi tevahî xurt kirin.

Li gorî nûçeya ajansa AFP û zanyariyên çavkaniyên herêmî, piştî vekişîna hêzên hikûmetê, Hûsiyan bi gelek qeyikan gihîştin giravê û kontrola wê xistin destê xwe.

Girava ku li cîhê herî hesas ê veguhestina deryayî ya navneteweyî ye, riyên petrol û tîcarî yên li tengavê dabeş dike.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku piştî ketina giravê, Hûsî li seranserê peravên Babûlmendebê belav bûne, ku ev yek nîşan dide ew dixwazin li ser xetên bazirganiyê yên cîhanî bandora xwe zêde bikin.