PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştgiriya wan dike, îdia kirin ku wan bi hezaran leşkerên Yemenê dîl girtine ku di nav de leşkerên Erebistana Siûdî jî hene.
Li gorî ragihandina Hûsiyan, operasyoneke berfireh bi navê ‘Serfiraziya ji Xweda tê’ li bajarê Necran ê bakurê rojavayê Erebistana Siûdî hatiye encamdan û efserên artêşa Siûdî jî di nav de bi hezaran leşker hatine dîlgirtin.
Herwiha Hûsiyan da xuyakirin ku bi sedan wesayîtên leşkerî jî hatine desteserkirin.
Li gorî îdiaya Hûsiyan, di operasyona 72 saet berê hatiye destpêkirin de 3 lîwayên leşkerên hatine hilweşandin ku di êrîşan de fuze, drone û sîstemên din ên esmanî jî hatine bikaranîn.
#BREAKING : 1) #YEMEN : Al-Houthi milita published the photographs of detained saudi mercenaries, soldiers and their weapons. Photograph's also include the injured and dead ones. We are not going post it as they are 18+. https://t.co/6xZtzUYmeR pic.twitter.com/vs69wNVlDy
— Conflict Intelligence Network ? ?? (@ConflictTeam) September 29, 2019
Berdevkî leşkerî yê Hûsiyan ragihand ku ew dê piştre tevê dîmenan bi civîneke rojnavanî agahîyên êrîşê parve bikin.
Heta niha ji aliyê Erebistana Siûdî ku pêşengiya operasyonên Yemenê yên dijî Hûsiyan dike ti daxuyaniyek derbarê vê êrîşê de nehatiye dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin