PeyamaKurd - Hat îdîakirin ku li Erebistana Siûdiyê hewla derbeyê hatiye dayîn lê çavkaniyên din vê îdîayê red dikin radigihînin ku rewşa Qral û Welîehd baş e.
Li gor qenalên Erebî û çavkaniyên Siûdiyê balafireke bêmirov li nêzîkî qesra qraliyetê bilind bûye û hatiye îmhakirin. Ji ber vê yekê li qenalên cuda yên çapemeniyê hat îdîakirin ku hewla derbeyê hatiye dayîn.
Herwiha polêsê Siûdiyê jî li hemberî îdîayên derbeyê nerazîbûn nîşan da û ragihand ku mesele ji bilindbûna droneyekê û îmhakirina wê îbaret e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin