‘Îhtîmala Tirkiyeyê ku bi welatekî endamê NATO re ser bike heye’

‘Îhtîmala Tirkiyeyê ku bi welatekî endamê NATO re ser bike heye’

PeyamaKurd - Yûnanistan û Tirkiye ji ber nakokiyên giravên Egeyê li daholên şerekî dixin ku bi neteweperestiya herdû welatan tê avadan

Kovara Foreign Policy ragihand ku Yûnanistan û Tirkiye ji ber nakokiyên giravên Egeyê li daholên şerekî dixin ku bi neteweperestiya herdû welatan tê avadan.

Herwiha kovarê di raporta xwe ya çarşemê de ragihand ku qeyraneke leşkerî di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de heye ku herdu jî endamên NATOyê ye û destnîşan kir ku rewşa navbera herdu welatan ti carî jî baş nebûye û herdu welatan di sedsala bîstan de çend caran şer kiribû.

Sala 1996an hindik mabû ku herdu dewlet ji bo girava Îmiyayê ya deryaya Egeyê ya li rojavayê beravên Tirkiyeyê şer bikin lê Amerîkayê destwerdan kir ku nehişt ew şer biqewime.

Li gorî kovarê, herdu dewlet niha dîsa nêzîkî şerekî dibin ku ihtimal heye, vê carê rola Washingtonê di rawestandina wî şerî de tine be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin