Îmarat: Me 152 moşekên balîstîk û bi sedan balîfên hewayî yên bêmirov xistin xwarê

Îmarat: Me 152 moşekên balîstîk û bi sedan balîfên hewayî yên bêmirov xistin xwarê

PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Îmaratên Erebî yên Yekbûyî (ÎM) hejmara êrîşên ku ji aliyê Îranê ve hatine destpêkirin eşkere kir û diyar kir ku beşek mezin ji mûşekên balîstîk ên hatine avêtin ji aliyê pergalên parastina hewayî ve hatine bêbandorkirin.

Di daxuyaniyekê de ku îro (Yekşem, 1ê Adarê, 2026) hat weşandin, Wezareta Parastinê ya ÎMRê diyar kir ku di roja duyemîn a êrîşên Îranê de, hêzên hewayî û pergalên parastinê karîn 20 moşekên balîstîk, 2 moşekên krûze û 311 wesayîtên hewayî yên bêmirov (UAV) ji holê rakin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 21 UAV li hedefên sivîl ketine û 8 moşek ketine deryayê.

Li gorî daneyên wezaretê, ji tevahî 165 moşekên balîstîk ên ku ji destpêka êrîşên Îranê ve hatine avêtin, 152 ji aliyê pergalên parastina hewayî ve hatine xistin, di heman demê de 13 moşek ketine deryayê.

Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin ku di encama êrîşan de qurbanî û birîndar hene û tekez kir ku rewş bi baldarî tê şopandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin