Îmaratê amarên şer û bersivdana moşekan eşkere kir

Îmaratê amarên şer û bersivdana moşekan eşkere kir

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Îmarata Erebî ragihand, sîstemên wan ên berevaniyê tenê îro 6ê Adarê karîne bi sedan moşek û dronan têk bibin. Îmaratê amara giştî ya qurbaniyên ji destpêka êrîşên Îranê ve eşkere kir.

Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê îro 6ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan ên berevaniyê tenê îro 9 mûşekên balîstîk û 109 dron rûxandine. Di nava 112 dronên ku îro ber bi Îmaratê ve hatibûn şandin, tenê 3 dron ketine nav axa Îmaratê.

Wezareta Berevaniyê amara giştî ya êrîşên Îranê yên ji destpêka rageşiyê ve heta niha bi vî rengî parve kir:

- Moşekên Balîstîk: Ji 205 moşekên hatine avêtin; 190 hatin têkbirin, 13 di deryayê de ketin û tenê 2 mûşek li erdê ketin xwarê.

- Moşekên Krûz: Her 8 moşekên krûz ên ku hatibûn avêtin, berî ku bigihîjin armancên xwe, hatin pûçkirin.

- Dron: Bi giştî 1,184 dron ber bi Îmaratê ve hatine şandin. Ji vê hejmarê 1,110 dron hatine xistin û 74 dron ketine nav axa Îmaratê.

Li gorî amara fermî, ji destpêka êrîşan ve heta niha, 3 kesan jiyana xwe ji dest daye. Hat diyarkirin, ev her sê kes welatiyên Pakîstan, Nepal û Bangladeşê ne.

Herwiha 112 kes jî bi sivikî birîndar bûne. Di nav birîndaran de welatiyên Îmaratî û biyanî yên ji welatên wekî Misir, Etiyopya, Filîpîn, Îran, Hindistan û çend welatên din hene.

Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê tekez kir, hêzên wan ji bo rûbirûbûna her cure gefekê û ji bo parastina serweriya ax û ewlehiya welat, di asta herî bilind a amadebaşiyê de ne.