Îranê dest danî ser keştiyekê: 11 kes hatin binçavkirin
 
                    PeyamaKurd- Li Kendava Besrayê hêzên Îranê dest danî ser keştiyekê ku tê de sotemeniya qaçax hebû.
Li gorî medyaya Îranê di operasyonê de 240 hezar lître sotemeniya qaçax hat bidestxistin û 11 kesên di keştiyê de bûn hatin binçavkirin.
Serokê Dadwerî yê Parêzgeha Hurmûzganê Mucdeba Qehremanî got, "Di operasyona ku ji aliyê Hêzên Deryayî yên Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ve hat lidarxistin de, li Kendava Basrayê keştiyeke ku 240 hezar lître sotemeniya qaçax hilgirtiye, hat tesbîtkirin û dest danîn ser. Herwiha 11 kesên di keştiyê de bûn jî hatin binçavkirin."
Qehremanî diyar kir ku di lêgerînên li ser keştiyê de, ji bilî sotemeniya qaçax, gelek amûrên pîvandin, veguhestin an firotina sotemeniyê jî hatine dîtin û desteserkirin. Qehremanî herwiha anî ziman ku sotemeniya qaçax a li gor biryara dadgehê radestî Şirketa Belavkirina Berhemên Petrolê hatiye kirin û vegerandine zincîra belavkirina yasayî.
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin. 
						 
						 
						 
						 
						