'Îran amade ye ku tiştên ku berê red dikir bike'

'Îran amade ye ku tiştên ku berê red dikir bike'

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku "Îran niha amade ye ku tiştên ku berê red dikir bike. Civîna din dikare vê dawiya hefteyê pêk were. Wisa xuya dike ku em ê bigihîjin rêkeftinekê."

Serok Trump got ku di mijara Îranê de pêşketinek girîng çêbûye.

Trump di derbarê dirêjkirina agirbestê de nezelaliya xwe anî ziman û got, "Îran niha amade ye ku tiştên ku berê red dikir bike. Civîna din dikare vê dawiya hefteyê pêk were. Wisa xuya dike ku em ê bigihîjin rêkeftinekê. Îranê şertê ku çekên nukleerî neyên bikaranîn qebûl kiriye. Herwiha qebûl kiriye ku perçeyên nukleerî bide me. Hema hema hemû şertan qebûl kiriye. Daxuyaniyek me ya pir xurt heye ku Îran çekên nukleerî neyên bikaranîn. Ev heyamek ji 20 salan zêdetir vedihewîne. Ger li Îslamabadê peymanek bi Îranê re were îmzekirin, dibe ku ez li wir bim."

Trump herwiha peyama ku ger bi Îranê re peymanek were çêkirin, hem bihayên petrolê û hem jî enflasyon wê dakevin da.