Îran: Dema ku zemîn çêbû em ê ji bo muzakereyan gav biavêjin

Îran: Dema ku zemîn çêbû em ê ji bo muzakereyan gav biavêjin

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî, li ser pirsa vegera ser maseya muzakereyan ligel Amerîkayê ragihand ku dîplomasî amûreke girîng e ji bo parastina berjewendiyên neteweyî.

Beqayî diyar kir ku her gava ew bigihîjin wê encamê ku "zemîneke maqûl û pêwîst" ji bo muzakereyan pêk hatiye, ew ê dest bi tevgerê bikin daku rê li ber armancên dijminan bigirin.

Berdevk Beqayî bal kişand ser banga Wezîrê Derve yê Pakistanê ya ji bo dirêjkirina agirbestê û got, Îranê ev şer nedaye destpêkirin û her çalakiyeke wan di çarçoveya "parastina rewa" ya li dijî êrîşên Amerîka û Îsraîlê de ye.