Îran: Em ji bo diyaloga bi merc amade ne

Îran: Em ji bo diyaloga bi merc amade ne

PeyamaKurd - Serokê Desthilata Dadê yê Îranê Xulamhusên Muhsinî Ejeyî, piştî binketina danûstandinên Îslamabadê ragihand ku welatê wî ji bo diyalogê amade ye, lê bi mercê ku li ser bingeha prensîban be.

Ejeyî helwesta Amerîkayê ya li ser maseyê rexne kir û diyar kir ku Washingtonê hewl dida wan destkeftiyên ku di şer de bi dest nexistibûn, bi riya zext û "pozbilindiyê" di muzakereyan de bi dest bixe û pesnê şandeya Îranê da ku mafên gelê xwe û destkeftiyên leşkerî parastine.

Ejeyî di peyama xwe de hişyariyeke tund da û ragihand ku artêşa Îranê her tim amade ye û "tiliya leşkerên wan li ser tetikê ye."

Ejeyî destnîşan kir ku agirbesta demkî nebûye sedema sistbûna hêzên wan û eger şer dîsa dest pê bike, gel û hêzên çekdar bi yekîtiyeke mezin dê bersivê bidin. Muzakereyên Îslamabadê ku 21 saetan dom kirin, ji ber daxwazên dijber ên her du aliyan bêyî tu encamekê bi dawî bûbûn.