PeyamaKurd - Ewlehîya Tengavên Kendava Îranê (PGSA) bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku di çarçoveya mutabakatnameya ku ligel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye îmzekirin de, Îran ji bo 60 rojên pirosesa danûstandinan, xercên ku ji bo derbasbûna ji Tengava Hurmuzê werin standin, betal kirine.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev biryar xercên mîna ewlehî, asayîş, xizmetguzariyên jîngehê û sîgortayên girêdayî wan bi xwe ve digire û wekî pêngaveke avaker a ji bo asayîkirina aboriya herêmê hatiye avêtin.
Li aliyê din, bal kişand ser metirsiyên li ser erdê û hat gotin ku ji ber heremên ku di bin bandora mayînan de ne û ji bo misogerkirina seyrûsefereke ewleh, divê hemû keştî berê geştên xwe û demên xwe yên derbasbûnê hevaheng bikin.
Her weha hat parvekirin ku di dema meriyeta vê peymana piralî û demkî de, hemû keştiyên ku daxwaza derbasbûna ji tengavê dikin, divê herî kêm 48 saet beriya gihîştina xwe, daxwaznameyên xwe yên fermî pêşkêşî ewlehiyê bikin.