Îran: Ti pêwendiya me bi êrîşa ser Siûdî re nîne

Îran: Ti pêwendiya me bi êrîşa ser Siûdî re nîne

PeyamaKurd - Navenda Têkiliyên Giştî ya Artêşa Pasdarên Îranê ragihand ku, tu peywendiya Îranê bi wê êrîşa bi dronan re nîne ya ku li ser axa Erebistana Siûdî hatiye encamdan.

Navenda Têkiliyên Giştî ya Artêşa Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê îro Yekşemê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, Hikûmeta Siûdî ragihandiye ku Riyad û devera rojhilata wî welatî rûbirûyî 10 êrîşên bi dronan bûye û hêzên wê ew dron xistin xwar.

Artêşa Pasdaran dibêje; tu pêwendiya Komara Îslamî ya Îranê bi wê êrîşê re nîne û bang li Hikûmeta Erebistana Siûdî dike ku ji bo eşkerekirina çavkaniya wê êrîşê kar bike.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Erebistana Siûdî Turkî Malikî, ji rojnameya fermî ya welatê xwe re ragihandibû: “Me 10 dron li Riyadê û devera rojhilatê xistine. Hêzên me yên berevaniya asmanî jî şevê din şeş moşekên balîstîk têkşikandine ku ber bi parêzgeha Xercê ve hatibûn avêtin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, Îranê bê serûber êrîşên moşekî û dronî li welatên cîran dike bi taybet piştî êrîşên Amerîka-Îsraîlê yên 28ê Sibatê dest pê kiribûn. Beriya niha jî 3 moşekên ku li ser axa Tirkiye-Bakurê Kurdistanê hatibûn şikandin red kiribû.