PeyamaKurd- Tevî hemî hişyarî û bertekên navnetewî jî idamên li Îranê; nayên sekinandin.
Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Urmiyê 5 mehkûmên Kurd hatin daleqandin. Ev her pênc mehkûm ji sûcê “Kuştina mirovan hatibûn mehkûmkirin”.
Ji van kesan navên 2yan hate eşkerekirin. Yek jê ji Şino ye û navê wî Teyîb Şêx Nejad Mukrî ye. Yê dî jî ji Urmiyê ye û navê wî Qadir Mihemed Hesen e.
Di 11 mehên sala 2017an de 110 Kurd hatin idamkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin