PeyamaKurd - Artêşa Îranê ragihand ku Tengava Hurmizê, ya ku beriya rojekê hatibû vekirin ji ber berdewamiya dorpêça deryayî ya Amerîkayê careke din hatiye girtin.
Serokê Meclîsa Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf diyar kir ku heta Amerîka dorpêçên li ser keştiyên wan raneke dê rê nedin tu keştiyên din jî di tengavê re derbas bibin.
Supaya Pasdarên Îranê hişyarî da ku her keştiyeke nêzî tengavê bibe dê wekî "hevkara dijmin" were dîtin û bibe armanca êrîşên wan.
Li aliyê din, Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser vê geşedanê got, "Îran nikare şantajê li me bike" û destnîşan kir ku tevî van alozan jî, pêvajoya guftûgoyan bi Tehranê re baş bi rêve diçe.