PeyamaKurd – Îranê dronên kamîkaziyê serê siba li balafirgeha Dubaiyê xist û seferên balafiran asteng kir û di şevê de bi dronan li nîşaneya Dubaiyê li devera Marinayê xist.
Îranê weka sedem nîşan da ku di Dubaî Marînayê de ajanên CIAyê hebûne. Bi êrîşên Îranê re Îmarat bû seha şer û niha bi kiryaran di nava şer de ye.
Di dîmenan de nîşan dan ku ji avahiyên devera Marinayê dûman bilind dibe û bi wan êrîşan Îran hem gihandina Îmaratan û hem ciyên wan yên geştiyariyê xiste nav talûkê.
Ji ber êrîşên Îranê, çûn û hata Dubaiyê gelek qelebalix bû, ambûlans û îtfaiye sîrenê hawarê lê dixin û xelk dixebite da terka Dubaiyê bike.
Li ser jimara mirî û birîndaran heya niha Îmarat ti agahî nedaye û her weha zerara maddî jî, asta wê nayê zanîn.