Îranê li ser Tengava Hurmuzê daxuyanî da

Îranê li ser Tengava Hurmuzê daxuyanî da

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Parlamentoya Îranê Elî Nîkzad derbarê rewşa Tengava Hurmuzê de diyar kir, "Di tu şert û mercan de em Tengava Hurmuzê nadin rewşa wê ya berê. Ev jî talîmatên Rêberê Bilind e."

Cîgirê Serokê Parlamentoya Îranê Elî Nîkzad derbarê rewşa Tengava Hurmuzê de daxuyaniyên girîng da.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ISNA), Nîkzad di bernameyeke televîzyonê de ku beşdarî wê bûye, behsa daxwazên Amerîkayê yên derbarê Tengava Hurmuzê de kir û destnîşan kir ku qebûlkirina van daxwazan ne mumkin e.

Nîkzad got, "Di tu şert û mercan de em Tengava Hurmuzê nadin rewşa wê ya berê", û got ku Rêberê Bilind jî talîmatên di vî warî de daye.

Rayedarê Îranî herwiha tekez kir ku welatê wî, wê uranyuma dewlemendkirî radest neke û rexne li daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê bernameya nukleerî ya Îranê de girt.