PeyamaKurd - Sekreterê Encumena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Mihemed Baqirî Zulkadr derbarê Tengava Hurmizê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Zulkadr diyar kir ku vekirina ji nû ve ya Tengava Hurmizê bi guherandina helwesta Amerîkayê ve girêdayî ye û tekez kir ku "Heta DYA tevgerên xwe rast neke, Tengava Hurmizê venabe."
Zulkadr ji bo vekirina derbasgehê şertên Tehranê rêz kirin û ragihand ku divê DYA samanên Îranê yên ku hatine cemidandin bêşert serbest berde, dorpêça deryayî bi dawî bîne û hêzên xwe yên deryayî û asmanî ji derdorê Îranê bikişîne.
Sekreterê Encumenê her wiha destnîşan kir ku divê cezayên aborî bên hilanîn, zirarên her du şerên dawî yên li dijî Îranê bên qerebûkirin, şerê li dijî hevalbendên wan ên li Libnan, Filistîn, Yemen û Iraqê bê rawestandin û rêz li nirxên pîroz ên gelê Îranê bê girtin.