PeyamaKurd - Karbidestên leşkerî yên Îranê guhertinek radîkal di stratejiya parastinê ya welêt de ragihandin û diyar kirin ku ew êdî wê siyasetek êrîşkar li şûna siyasetek parastinê bimeşînin. Rêveberiya Tehranê herwiha ragihand ku di êrîşên ku cihên stratejîk ên Îsraîlê hedef digirin de dronên dûr-menzîl ên nifşê nû bi kar tînin.
Serheng General Elî Abdullahî, Fermandarê Baregeha Navendî ya Xetam el-Enbiya di nav Hêzên Çekdar ên Îranê de, îro diyar kir ku veguherînek stratejîk di doktrîna leşkerî ya Îranê de çêdibe.
Abdullahî got, "Siyaseta hêzên me yên çekdar ên parastina welat guheriye; me niha taktîkên xwe yên li qada şer ji pozîsyona parastinê veguherandiye pozîsyona êrîşkar."
"Çekên nû ji bo têkbirina hesabên dijmin"
Serheng General Abdullahî destnîşan kir ku wan hilberîna alavên leşkerî yên nifşê nû û pêşketî lez kiriye û îdia kir ku ev çek wê bi tevahî hevsengiya li qada şer biguherînin.
Abdullahî îdia kir ku şiyanên leşkerî yên ku heta niha hatine nîşandan tenê beşek piçûk ji hêza rastîn a Îranê temsîl dikin û îdia kir ku ew ê di pêşerojê de "surprîzên nû" li dijî reqîbên xwe ragihînin.
Balafirgeha Ben Gurion bi dronên 'Arash 2' hate armanckirin
Di vê navberê de, Artêşa Îranê hûrguliyên teknîkî yên derbarê operasyonên ku Balafirgeha Ben Gurion, deriyê Îsraîlê bo cîhanê, hedef digirin, parve kir.
Berdevkê Artêşê Mihemed Ekrem Niya diyar kir ku di êrîşan de dronên pêşketî yên "Arash 2" bi menzîla 2,000 kîlometreyan hatine bikaranîn.
Ekrem Niya got, "Dronên Arash 2 dikarin bi hêsanî ji pergalên parastina hewayî derbas bibin, ji ber ku mezinahiya wan piçûk e, û lêçûnên hilberîna wan pir kêm in."
Wî bi van gotinan hedefgirtina Ben Gurion rewa kir:
"Ev xala sereke ya çalakiya leşkerî ya Îsraîlê û xeta wê ya aborî ye. Ew herwiha herêmek e ku navendên tamîrkirina balafirên şer û depoyên sotemeniyê yên stratejîk lê ne."