Îranê xwepêşanderek îdam kir

Îranê xwepêşanderek îdam kir

PeyamaKurd - Rayedarên Îranê Emîr Elî Mîr Caferî yê ku di xwepêşandanên meha Çileyê de hatibû girtin, îro danê sibehê îdam kir.

Ajansa Tesnîm a nêzîkî Supaya Pasdaran îdia kir ku Mîr Caferî bi tohmeta "agirberdana mizgeftekê" û "hevkariya bi Mossadê re" hatiye tawanbarkirin.

Rêxistinên mafên mirovan balê dikşînin ser wê yekê ku Îran di bin şert û mercên giran ên şer de jî bi rêya îşkenceyê îtîrafên bi vî rengî ji girtiyan werdigire.

Serokê Desthilata Dadwerî Xulamhuseyîn Muhsinî Ejeyî jî bi daxuyaniyekê tekez kir ku helwesta wan a li dijî kesên "xayîn" dê li gorî pêwîstiyên rewşa şer be, ku ev jî wekî nîşaneya zêdebûna îdamên siyasî tê nirxandin.