PeyamaKurd - Çekdarên DAIŞê li Iraqê li ser riya navbera her du bajarên Hedîse û Bêcî êrîşî xetên veguhastina elektrîkê kirin û stûneke voltaja bilind teqandin.
Serokê Komîteya Ewlehiyê li Encûmena Parêzgeha Enbarê Seid Xazî Mihemed da xuyakirin ku di encama vê êrîşê de xeta sereke ya elektrîkê ya di navbera her du bajaran de bi temamî qut bûye.
Di heman şevê de, jêderekî ewlehiyê ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê hewldaneke din a çeteyên DAIŞê ya ji bo teqandina stûneke din a elektrîkê şikandine.
Li ser vê yekê di navbera hêzên ewlehiyê û çekdaran de pevçûneke çekdarî derketiye, lê êrîş hatiye pûçkirin.