PeyamaKurd _ Hikûmeta Iraqê encamên wê lêpirsînê pesend kir ku derbarê "şaşî"ya daxuyandina Hizbullah û Hûsiyan wekî rêxistinên terorîst de hatibû destpêkirin. Encûmena Wezîran biryar da ku ew berpirsên bûne sedema vê "şaşiyê", ji kar werin bidûrxistin an cihê wan were guhertin.
Bûyer vedigere 17ê Mijdara 2025an; di Rojnameya Fermî ya Iraqê de biryarek hatibû weşandin ku Hizbullah (Lubnan) û Hûsî (Yemen) wekî rêxistinên terorîst bi nav dikir û malê wan dicemidand.
Serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî, piştî nerazîbûnên tund ên aliyên siyasî yên nêzîkî van koman, ev rewş wekî "xeletiyeke îdarî" pênase kiribû û ferman dabû ku lêpirsîn bê kirin.